Li Îranê 74 kesên din bi Korona mirin

Li Îranê 74 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Li Îranê  74 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.

Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24demjimêrên borî de, 74  kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan. Herweha 1 hezar û 223  kesên din tûşî Vayrosê bûn. Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê bi Korona canê xwe jidest dan e gihişte 6 hezar û 277 kesan û hejmara pêketiyan nêzîkî 99 hezar kesan dibe.