DAIŞê hejmarek ji çekdarên Heşda Şeibî kuşt
Di encama êrîşên çekdarên DAIŞê li ser hêzên Iraqî de, li Kerkûkê 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin, li Diyale jî serbazekî Iraqî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşên çekdarên DAIŞê li ser hêzên Iraqî de, li Kerkûkê 4 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin, li Diyale jî serbazekî Iraqî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Jêderekî ewlekariyê ji parêzgeha Kerkûkê ragihand, di êrîşa çekdarên DAIŞê li nahiya Reşadî ya Kerkûkê de, 4 çekdarên Heşda Eşîreyan hatin kuştin.
Diyar kir jî, di êrîşa li ser navçeya Bozehir a Diyale de jî, serbazî Iraqî hate kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, di operasyoneke hêzên Iraqî li dijî çekdarên DAIŞê de, li rojavayê Enbarê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, yek ji nava wan Emîr bû.
Herwiha di operasyoneke din de jî, li navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Ji dema belavbûna vîrusa Korona li Iraqê, çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.
S. B