Evro şanda hikumeta Herêmê bi serokatîya Qubad Talebanî diçe Bexda

Êvarîya Evro Sêşembîyê, şendeka Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

K24- Hewlêr

Êvarî ya Evro Sêşembîyê, şendeka Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Çavkanîyekî ji Civata Wezêran ragehand, êvarî ya evro, Sêşembîyê 5/5/2020 şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Qubad Talebanî diçe Bexda.

Li gor wî çavkanî, serdana şandê bo dirêjedanê ye bi danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.