Serbazekê Hevpeymanîya Nêvdewletî li Hewlêrlê canê xwe ji dest da

Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê bi serokatîya Emerîkayê ragehand, serbazekê wan li Hewlêrê canê xwe ji dest daye.

K24- Hewlêr

Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê bi serokatîya Emerîkayê ragehand, serbazekê wan li Hewlêrê canê xwe ji dest daye.

Li gor wê ragehandinê, sedema mirina wî, kiryarên serbazî nebûye û tekez hatîye kirin ku gumana tûşbûnê bi koronayê jî li wî nahête kirin.

 Di ragehandinê de, amaje bi wê yekê jî  hatîye kirin, ku nasname, nav û pile ya wî serbazî belav nakin; heya endamên malbata wî rê bi wê yekê nedin.