Îranê.. Korona canê 63 kesên dibe
Li Îranê 63 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Îranê 63 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24demjimêrên borî de 63 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan. Herweha 1 hezar û 323 kesên din tûşî Vayrosê bûn.
Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê bi Korona canê xwe jidest dan e gihişte 6 hezar û 340 kesan û hejmara pêketiyan jî, gihişt 99 hezar û 970 kesan