Li Duhokê kesek ji Koronayê çêvebû û li Hewlêr jî kesk tûşbû
Pêketiyekî dinê Korona li Duhokê çareser bû û kesekî din li parêzgeha Hewlêrê bi wê vayrosê ket.
K24-Hewlêt
Pêketiyekî dinê Korona li Duhokê çareser bû û kesekî din li parêzgeha Hewlêrê bi wê vayrosê ket.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li berdewamiya pişkinîn û lêgerînan li dûv gûmanlêkiriyan, pêketina kesek din bi Varossa Korona li Hewlêrê hat tomarkirin.
Wezaretê diyar kir, ew zelamek temen 32 salî ye. Rûniştvanê bajarokê Sêbîran a ser bi qezaya deşta Hewlêrê û berketîyê tûşbûyekî berêye.
Herweha, rêveberiya giştî a tenduristiya Duhokê jî ragehand , tûşbûyekê koronayê baş bûye û niha ji koma 19 tûşbûyên korona li wê parêzgehê tenê 3 pêketiyên Koronayê man e
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi Vayrosa Koronayê ketin e gihîşte 388 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dan e û 341 kes jî, baş bûn e.