Hevpeymaniya Navdewletî dadgehekê ji bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê ava dike

Hevpeymaniya Navdewletî dadgehekê ji bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê li Qamişlo ava dike.

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî  dadgehek ji bo  dadgehîkirina çekdarên DAIŞê li Qamişlo ava dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belavkiriye, ji bo sizadan û dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên girtî li rojavayê Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî dest bi avakirina dadgehekê li tax a Rojhilat li  bajarê Qamişlo dike.

Ligor Rewangehê, Firensa yek ji wan welatan ên, ku piştevaniya avakirina wê dadgehê dike, ku dibe ji 2 heya 3 mehan, avakirina wê dadgehê temam bibe.

Berî niha Hêzên Sûriya Demokrat daxwaz ji welatên Rojava û Amerîka kiribû, çareyekê ji rewşa çekdarên DAIŞê yên girtî re bibîn in, ku çendîn caran hewla revînê ji zîndan a mezin a bajarê Hesekê dan e.