Şanda Hikumeta Herêmê berev Bexdayê çû

Semîr Hewramî, gotebêjê Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran ragehand, şanda bala ya hikumeta Herêma Kurdistanê, êvarîya evro, 5/5/2020 berev Bexdayê birêket bo temamkirina gotûbêjan li gel hikumeta Îraqê derbarê budce û petrolê.

K24- Hewlêr

Semîr Hewramî, gotebêjê Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran ragehand, şanda bala ya hikumeta Herêma Kurdistanê, êvarîya evro, 5/5/2020 berev Bexdayê birê ket bo temamkirina gotûbêjan li gel hikumeta Îraqê derbarê budce û petrolê.

Got jî: Ev serdana şanda Herêmê temamkerê serdana hefteya bûrîye ku hejmareka civînan encam dabûn û çend pêşnyazek jî hatibûn pêşkeşkirin bo çareserkirina Herêmê ji budceya giştî û pirsgirêka petrolê.