Yekem geşta rasterast ji Amerîka gihîşt Herêma Kurdistanê

Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li geşteke hêla esmanî ya Misrê kir, ku rasterast ji Washingtonê ve gihîştibû Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li geşteke hêla esmanî ya Misrê kir, ku rasterast ji Washingtonê ve gihîştibû Hewlêrê.

Li gor ragihandina Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, firoke dîplomasî ye û ji cureya Boing boeing 787-9 bû.

Amaje bi wê jî da, ew geşte rasterast 10 demjimêr û 33 xulekan dirêj kir û yekem car e di dîroka firokxaneya Hewlêrê de, geşteke rasterast ji Amerîka birêk dixe.

Di wê derbarê de, Rêvebera Giştî ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq ragihand, tevî ku di demeke dijwar re derbas dibin, ev xaleke girîng di dîroka firokxane û herêma me de ye. Ev yekemîn geşta bi vî awayî ye.

Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê di çarçova rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona de, heta roja 22. 5. 2020an di rûyê geştên bazirganî de girtî ye.   

 

S. B