Li Efrînê 7 serbazên Tirk bi Korona ketine û Efrînî jî metirsîdar in
Piştî ku 7 serbazên Tirk ên li Efrînê ne bi vîrusa Korona ketine, metirsiyeke mezin di nava xelkê Efrînê de belav bûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku 7 serbazên Tirk ên li Efrînê ne bi vîrusa Korona ketine, metirsiyeke mezin di nava xelkê Efrînê de belav bûye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî testên 7 serbazên Tirk li binkeya serbazî ya Tirkî li Efrînê derketin ku ew bi vîrusa Korona ketin, ew binke bi tevahî hat kerentîkirin.
Rewangehê amaje bi wê da, piştî pêketina serbazên Tirk bi Koronayê, metirsiyeke mezin li cem xelkê Efrînê çê bû, ku ew virus li herêmê belav bibe.
Pêştir ku hin rêkarên xweparastina ji Korona ji aliyê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ve hatibû ragihandin, lê bi belavbûna nûçeya pêketina 7 serbazên Tirk bi Koronayê, piraniya riyên tên Efrînê hatin girtin û tevgera çûnûhatin hat sînordarkirin.
Efrîn ku zêdetir ji 2 salan e ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve dagîrkirî ye, heta niha hemû kartên xizmetguzariyê li bajêr di rewşeke xirap de ne, ji nava wan jî karta tenduristiyê. Ji ber wê jî welatiyên Efrînê di wê metirsiyê de ne, heger vîrusa Korona li herêma wan belav bibe, dê karesateke mirovî rû bibe.
Rewangehê roja 13ê meha Nîsana bûrî belav kiribû, endamekî Polîsa Serbazî ya Tirkî li Girê Sipî jî bi vîrusa Korona ketibû û ew û hemû hevkarên wî hatibûn kerentîkirin.
S. B