Li Efrînê otombîlek hat teqandin

Li navçeya Şera ya Efrînê teqînekê rû da, di encamê de ziyanên madî bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Şera ya Efrînê teqînekê rû da, di encamê de ziyanên madî bûn.

Jêderekî ji navçeya Şera ji K24ê re got, li bajarokê Şera îro bombeyek bi otombîlekê de teqiya û li gor zanyariyên destpêkê, tenê ziyanên madî çê bûn.

Ev di demekê de ye, berî çend rojan teqîneke bihêz li navenda bajarê Efrînê hate kirin û di encamê de zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî du salan ve, her çend rojan teqînek li Efrînê û navçeyên wê tê kirin, li gor çalakvanên Efrînê jî, grûpên çekdar bi xwe wan teqînan dikin û armanca wan jî ew e, xelk bi neçarî koçber bibe.

 

S. B