Efrîn.. Çekdaran dest datîn ser 7 mal û dukanan
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li bajarokê Şiyê grûpa çekdar a Emşat destê xwe danî ser hejmarek mal û dukanên welatiyên Kurd û ew jê derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li bajarokê Şiyê grûpa çekdar a Emşat destê xwe danî ser hejmarek mal û dukanên welatiyên Kurd û ew jê derkirin.
Wê rêxistinê diyar kir, Çekdaran dest danîne ser mala Husên Îsmaîl û hemû kelûpelên di malê de avêtin derve. Herwiha çekdaran destên xwe danîn ser mala Zekeriye Ereb ku hevlingê wî Husên Qiraş tê de bicih bûbû û malbata wî jê derxist.
Diyar kir jî, çekdarên Emşat, dest danîn ser 5 dukanên li meydana gund, ku xwediyên wan Hecî Xelîl Şêxo, Zekeriye Emîn Heyder, Zekeriye Nasan, Mihemed Mustefa û Izet Kemal Elî Bekir in.
Ji aliyekî din ve jî, fermandarê Emşat Mihemed El Casim (Ebo Emşê) baca daniye ser berhevkirina pelên mêwan, bi awayekî ku ji sedî 15 ji pereyên firotana pelemêwan ji cotkaran distîne û ji sedî 10 jî ji otombîla pelemêwan bar dike distîne.
S. B