Viyan Sebrî: Ev şev deng bi kabîneya Kazimî didîn

Evro demjmêr 9ê şevê parlementoya Iraqê bo dengdan bi kabîneya Mistefa Kazimî dicive.

K24- Hewlêr

Evro demjmêr 9ê şevê parlementoya Iraqê bo dengdan bi kabîneya Mistefa Kazimî dicive.

Seroka frakisyona PDK li parlementoya Iraqê Viyan Sebirî ji Kurdistan24re ragehand , frakisyonên Kurdistanî bihevre bi yek deng piştevanî li Mistefa Kazimî dikin , lê ji aloyê beşek ji kutleyên Şîe ve nakokî heye û ne yek deng in liser dengdan bi kabîneya nû a hikûmeta Iraqê.