Amara Koronayê li rojhilatê Kurdistanê

Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Korona li rojhilatê Kurdistanê bo 7 hezar û 260 kesan û ya miriyan, bo 563 kesan bilind bû.

K24- Hewlêr

Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Korona li rojhilatê Kurdistanê bo 7 hezar û 260  kesan û ya miriyan, bo 563 kesan bilind bû.

Ligor amarên fermî, ku ji alî Zanîngehên Bizîşkî yên her 5 parêzgehên rojhilatê Kurdistanê ve hatine belavkirin, heya niha 563 kesan bi Vayrosa Korona canê xwe jidest da ye. Herweha 7 hezar û 260 kes jî tûşî Vayrosê bûn e. Li parêzgeha Ûrmyê, 1 hezar û 480 tûşbûyî û 174 mirî hene.

Li Îlamê 550 kes tûş bûn e û 54 kesan canê xwe jidest dan e. Li parêzgeha Sine jî 1 hezar û 610 kes tûşbûn e û 125 kes jî, mirin e.

Li Kirmaşan jî, 1 hezar û 585 kes tûşî Vayrosa Korona bûn e, û 80 kesan jî canê xwe jidest da ye. Li parêzgeha Loristanê zêdetirîn qurbanî hene, ku 2 hezar û 035 kes tûş bûn e û 130 kesan jî, canê xwe jidest dan e.