Welatîyên dêrikê gazindan ji giranbûna kelûpelan dikin

Welatiyên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji nirxê keresteyan dikin ȗ dibêjin ku bazirganên deverê berpirsin diber buhabȗnê de ȗ çavdêrî li bazaran tuneye.

K24-Derik-Rojava

Welatiyên bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji nirxê keresteyan dikin ȗ dibêjin ku bazirganên deverê berpirsin diber buhabȗnê de ȗ çavdêrî li bazaran tuneye.

Firoşkar ji aliyê xwe ve dibêjin ku sedema bȗhabȗnê girêdayiye bi nirxê lêreya sȗrî beramberî dolar .

Li kolanên bajarê Dêrikê, nerazîbuna welatiyan derbarê nirxê mêwe, şînkayî herwiha goşt diyare, ku piştî ragihandina qedexeya çȗnȗhatinê buhaya hemu keresteyan bi awayekî berçav zêdebȗne.

Jiber zêdebȗna nirxan, bidestxistina pêdiviyên rojane buye bar li ser milê welatiyan bitaybetî li ser milê karker ȗ fermanberan ku ji destpêka pêkanîna biryara qedexeyê, gelek curên mêwe ȗ şînkayî derbasî malên wan nebune .