Bo helgirtina parêzbendîyê li ser çar perlemantaran sube perleman dicive

Sube demjimêr 1:00 nîvro, perlemana Kurdistanê dicive. Yekem movika rûniştinê taybet dibe helgirtina parêzbendîyê li ser çar perlemataran.

K24- Hewlêr

Sube demjimêr 1:00 nîvro, Perlemana Kurdistanê dicive. Yekem movika rûniştinê taybet dibe bi helgirtina parêzbendîyê li ser çar perlemataran.

Li gor nivîseka Perlemana Kurdistanê, ku wajû yên her yek ji Hêmin Hewramî, cêgirê seroka Perlemanê û Mûna Qehweçî, Sekretêra Perlemanê  li sere , di rûniştina sube de, dengdan dihête kirin li ser helgirtina parêzbendîyê li ser çar endam perlemanan, ku ew çar endam perleman jî evin: Ûmêd Ebdulrehman Hesen, Elî Heme Salih, Şîrîn Emîn Ebdulezîz û Soran Ûmer Seîd.

Derbarê dûyem movika wê rûniştinê, di karnameyê de amaje bo wê yekê hatîye kirin, dûyem vexwîndin bo pêşniyaza biryarara (pêşkeşkirina pêşnîyazên yasayî û pêşnîyazên biryaran ji alîyê endam perlemanan ve, ji derveya madde ya 82 ya peyrewa navxwe ya perlemana Kurdistaê.