Temwîna Qamişlo sedema buhabûna li bazaran aşkere dike
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji buhabûna nirxê mede û keresteyan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinan ji buhabûna nirxê mede û keresteyan dikin. Rêveberê Beşa Temwîn û Parastina Kiryaran di Rêveberiya Xweser de jî dide zanîn, daketina nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar, yek ji sedemên buhabûna madeyan li bazaran e.
Rêveberê Beşa Temwîn û Parastina Kiryaran Ebdilbasit Kutî li ser giranbûna nirxê kelûpelan li bazaran ji K24ê re diyar kir, di çend rojên bûrî de nirxê Lîreya Sûrî li hemberî Dolar gelekî daketiye. Hemû made û kelûpelên dikevin bazaran jî, ji derveyî herêma Cizîrê bi Dolar derbas dibin û nirxê wan li derve tên diyarkirin.
Diyar kir jî, ew wek Beşa Temwînê bi rola xwe radibin û rewşa nirxên madeyan li bazaran dişopînin, lê hin bazirgan lîstikên xwe dikin. diyar kir jî, hejmare ji bazirganan hatine sizadan û hejmarek ji dukanan jî hatin girtin.
Ebdilbasit Kutî amaje bi wê da, ligel daketina nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolar û buhabûna nirxên madeyan li bazaran, metirsiya belavbûna vîrusa Korona û qedexeya çûnûhatinê û rawestandina beşek ji karan, bandoreke xirap li ser jiyana welatiyan kiriye.
Rêveberê Beşa Temwîn û Parastina Kiryaran da zanîn. ew wek Beşa Temwînê hewl didin, made li bazaran kêm nebin û bazirgan madeyan ihtîkar nekin û herwiha bazirgan feyda zêde nexin ser madeyan û madeyên dema wan biser çûye li bazaran bêne firotan.
Tekez kir jî, heta bikarin hinekî kontrola bazaran bikin, divê berhemên nexweyî werin piştevanîkirin û kêm made û kerestiyan ji derveyî herêmê bînin.
S. B