Perlemana Kurdistanê bo rakirina 4 perlemanteran dicive
Ji bo rakirina parêzbendiya 4 perlemantaran, Perlemana Kurdistanê îro kom dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rakirina parêzbendiya 4 perlemantaran, Perlemana Kurdistanê îro kom dibe.
Biryar e îro demjimêr 13:00 Perlemana Kurdistanê bom bibe û pirsa yekem ya rûniştinê jî, taybet e bi rakirina parêzbendiya 4 perlemantaran e.
Li gor nivîseke Perlemana Kurdistanê, ku îmzeyên cîgirên Seroka Perlemanê Hêmin Hewramî û Mone Qehwecî li ser e, di rûniştina îro de dengdan li ser rakirina parêzbendiya 4 perlemanteran dibe:
Omêd Ebdulrehman Hesen: Li ser daxwaza Serokatiya Dadgeha (Temîza navçeya Kerkûk / Germiyan/ Dadgeha Lêkonînê ya Kelar)
Elî Heme Salih, Li ser daxwaza Serokatiya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmaniyê /Dadgeha Lêkonînê ya Silêmaniyê) û nivîsa Serkatiya Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê.
Şîrîn Emîn Ebdulezîz, li ser daxwaza Serokatiya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmaniyê / Dadgeha Lêkonînê ya Silêmaniyê)
Soran Omer Seîd, li ser daxwaza Serokatiya Dadgeha (Temîza navçeya Silêmaniyê / Dadgeha Lêkonînê ya Silêmaniyê) û nivîsa Encûmena Dadweriyê ya Rêveberiya Pêwendiyan û Karûbarê Yasayî û nivîsa Serokatiya Dadgeha Temîza navçeya Hewlêrê / Dadgeha Lêkonînê ya Hewlêrê.
S. B