Hejmarek gundên Wan û Êlihê hatin kerentînkirin
Li Wan û Êlihê sê gund, di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de hatin karantînkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Wan û Êlihê sê gund, di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de hatin karantînkirin.
Qeymeqamê bajarokê Sasonê yê Êlihê da xuyakirin, du gundên girêdayî bajarokê, bi armanca pêşîgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê hatine karantînkirin. Da zanîn, testên çend kesên ku ji derve derbasî gundan bûne pozîtîf deketine û ji ber vê ketin û derketina wan gundan hatiye qedexekirin.
Li aliyê din Parezgariya Wanê jî da xuyakirin, gundekî girêdayî bajarokê Rêya Hevrişîmê hatiye karantînakirin. Da zanîn, şeş pêketiyên korona li gund hatine tomarkirin û ji ber vê ketin û derketina gund bo heyama 14 rojan hatiye qedexekirin.
Duhî jî, Desteya Tendirustiyê ya Bajarokê Sergolê yê Semsûrê biryara karantînkirina sê gundan û karantînkirina navenda bajêr jî bo heyama 14 rojan dabû.
S. B