Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mustefa Kazimî kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mustefa Kazimî kir, ku ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve wek Serokwezîr bawerî pê hate dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mustefa Kazimî kir, ku ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve wek Serokwezîr bawerî pê hate dayîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Di pêwendiyeke telefonî de bi Mustefa Kazimî re axivîm û pîrozbahiya destbikarbûna wî wek Serokwezîr lê kir”.
Herwiha nivîsiye: “Iraq û Herêma Kurdistanê di demeke hestiyar e derbas dibin û rûbirûyî astengiyên hevbeş dibin, hêvîdar im bikarin ji nêzîk ve bi hev re kar bikin”.
Mustefa Kazimî şeva bûrî ji aliyê Encûmena Nûneran (Peleman) ve wek serokwezîrê nû yê Iraqê bawerî pê hate dayîn.
S. B