Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im kabîneya Kazimî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne
Bi boneya dana baweriyê bi Mustefa Kazimî wek serokwezîrê nû yê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pyameke pîrozbahiyê arateyî Kazimî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya dana baweriyê bi Mustefa Kazimî wek serokwezîrê nû yê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê arateyî Kazimî kir û ragihand, “Hêvîdar im hikûmeta wî bikare aramî, ewlehî, xizmetguzarî û pêşketinê ji welat re û maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne.”
Serokê Herêma Kurdstanê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Pîrozbahiyê li birêz Mustefa Kazimî dikim bo pesendkirina kabîneya wî, hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Hêvîdar im hikûmeta wî bikare aramî, ewlehî, xizmetguzarî û pêşketinê ji welat re û maf û daxwazên rewa yên gelê Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê vegerîne”.
Duhî Encûmena Nûneran a Iraqê bawerî dabû Mustefa Kazim wek Serokwezîr û 15 wezîrên kabîneya wî, dengdana bi hin kandîdên jî hat paşxistin û herwiha hin kandîd jî hatin redkirin.
S. B