Serok Barzanî pîrozbahî li Mustefa Kazimî kir
Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa Kazimî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê Mustefa Kazimî kir.
Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mustefa Kazimî kir, bo hilbijartina wî wek Serokwezîr.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Hêviya serkeftinê ji Mustefa Kazimî re dixwazim, di erkê xwe ya nû de bo vegerandina ewleh û aramiyê ji welat re.”
Herwiha di beşeke din a peyama Serok Barzanî de hatiye: “Xwazyar im bikare pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bihêz bike û pirsgirêkên helawêstî mane careser bike”.
S. B