5 tûşbûyên din yên Koronayê li Hewlêrê çêvebûn

Hejmara wan tûşbûyên Koronayê ewên evro li Hewlêrê çevebûne gehişte 11 kesan.

K24- Hewlêr

Hejmara wan tûşbûyên Koronayê ewên evro li Hewlêrê çevebûne gehişte 11 kesan.

Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê ragehand, piştî ku evro 6 nexweşên Koronayê çêvebûn, her evro jî, 5 nexoşên din jî çêvebûn û biryar hate dan vegerin malên xwe. Hejmara giştî ya çêvebûyên Koronayê evro gehişte 11 kesan.

Li gor amaran, hejmara gitşî ya çêvebûyan gehişte 189 kesan li Hewlêrê û li Herêma Kurdistanê tenê 25 tûşbûyî mane (3) li Duhokê û (22) li Hewlêrê.