Hêmin Hewramî: Rakirina parêzbendiyê li gorî peyrewa navxwe bûye û ti şiroveyên sîyasî nevên

Cêgirê Seroka Palamentoya Kurdistanê tekez dike, pêwîste endam perleman pêş hemû kesî pabendî yasayan bibe û nehiştina parêzbendiyê karekî yasayî bû ye.

K24- Hewlêr

Cêgirê Seroka Palamentoya Kurdistanê tekez dike, pêwîste endam perleman pêş hemû kesî pabendî yasayan bibe û nehiştina parêzbendiyê karekî yasayî bû ye.

Hêmin Hewramî piştî civîna rakirina parêzbendiyê li ser endam perleman Soran Omer ragihand, rakirina parêzbendiyê li gorî peyrewa navxwe bûye û nabe şiroveya siyasî ji bo peyrewa navxwe bihête kirin.