PKK li Amêdiyê kesek revandiye

Bo dema zêdetir ji 3 mehan e ciwanek xelkê nahiya Çemankê li sînorê devera Amêdiyê ji alî gerîlayên PKK ve hatiye revandin. Heta niha jî, çarenivîsa wî nediyar e. Kesûkarên wî û xelkê wê deverê daxwazê ji PKK dikin, bi zûtirîn dem wî xortî azad bikin û xwe ji derdorên gundên wan jî, dûr bikin...

K24- Hewlêr

Eve senterê nahya Çemankê ye li sinurê devera Amêdyê wxelkên vî cihî jiber hebuna PKKyê  û burdûmanên berdewamên Turkiya bi sanahî neşên hatinûçunê biken.

Eve xêzaneka sinurê wê nahyê ye Lei'lîxan deykeka xemgîn, bidilekê tijî kovan wêneyê kurê xwe yê 29salî di dest de ye ku bu dema zêdetir ji 3 meh in li alyê gerîlayên PKKyê hatiye revandin  û heta niha çarenvîsê wî neyê diyare.

Sê meh in rewşa vê xêzanê têk çuye jiber nediyarbuna çarenvîsê kurê wan  û her roj ew hîvyên xwe nû dikin ku dubare vegere di nav wan de. Babê wî dibêje kurê min ti tawanek encam nedaye û daxazê ji PKKyê  dike ku bi zûtirîn dem kurê wan azad bikin û ew PKKyê bi berpirsyar dzanin beramber her tiştekê neçaverêkrî ku bi serê kurê wan bihêt.

Desteserkirina vî xortî ji alyê PKKyê ve bû sedem ku kesûkar û xelkên snurê nahya ya Çemankê xirvebuneka cemawerî li pêş rêveberîya nahye ya Çemankê encam bidin û daxaza her berdana vî xortî dikin ji alîyê PKKyê ve.

Ew xort bi navê Cotyar Mihsin Hisên e. ji dayikbuyê sala1991ê ye û xelkê gundê Siryarê ye. Li roja 29/1/ya ev sale ji alîyê gerîlayên PKKyê ve li sinurê nahye ya Çemankê hatiye desteserkirin û heya niha çarenvîsê wî neyê diyare.