Fermanek nû ji Wezareta Perwerdeyê
Wezareta Perwerde radighîne, ezmûnên werzê 2em ji qonaxa 1ê heta 11an û ne yên dawî, li 1ê meha 6an destpê dike , û ezmûnên giştî yên qonaxa 12an li 11ê meha 7an birêve diçe.
K24- Hewlêr
Wezareta Perwerde radighîne, ezmûnên werzê 2em ji qonaxa 1ê heta 11an û ne yên dawî, li 1ê meha 6an destpê dike , û ezmûnên giştî yên qonaxa 12an li 11ê meha 7an birêve diçe.
Wezareta perwerde ya Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de hejmarek biryar derbarê dema dewam û ezmûnên îsal derxist û pirsa derbaskirina giştî yekalî kir u ret kir.
Wezaretê ragehand, ezmûnên werzê 2yem ji qonaxa 1ê heta 11an û ne yên dawî, li 1ê meha 6an destpê dike, û ezmûnên giştî yên qonaxa 12an li 11ê meha 7an birêve diçe, û ezmûn wan babetan li xwe digre, ku heta roja 25ê meha Sibatê hatine xwendin û beşdarî kirina giştî nayê peyrew kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Perwerde de hatiye jî, ezmûnên xula 2yem a qonaxên 1 heta 11ê amadeyî û ne yên dawî jî, li 9ê meha 8an tê kirin, û ezmûnên xula 2yem a qonaxa 12 ya amadeyî li 1ê meha 9an tê kirin.
Herweha Wezaretê gotiye, dibistan û peymangehên ne hikûmî, ku sîstema wezareta perwerde cîbicî nakin, ligorî sîstema xwe, ezmûnan dikin, bi mercekî ku li meha 5an nebe.

