45 Rêxistnên Sûriyê daxwaza destwerdaneke navdewletî dikin ji bo paraztina Bajarê 'Efrînê

Rêxistnên yasayî yên Sûriyê banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo paraztina Bajarê 'Efrînê.

K24- Hewlêr

Rêxistnên yasayî yên Sûriyê banga destwerdaneke navdewletî dikin ji bo paraztina Bajarê 'Efrînê.

 Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, 45 rêxistinên yasayî yên Sûriyê di daxuyanîyeka hevbeş  de banga destwerdaneka nêvdewletî dikin jibo ragirtina artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji wan binpêkirinên encam didin li dijî sivîlan li 'Efrînê.

Di daxuyanîyê de hatîye, ji dema dagîrkirina bajarê 'Efrînê ji alîyê Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên mafên mirovî di derheqê welatîyên wî bajarî hatine encamdan û rojane kuştin, revandin û bicihkirina koçberên 'Ereb di malên Kurdan de.

Li gor daxuyanîyê, di dawî rapurta xwe de, Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve amaje kirîye ku girûpên çekdar li 'Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwedî yên wî bajarî encam didin. Bi gotina wan armanca Tirkiyê û wan çekdaran  ji vê yekê nehiştina nasname ya Kurdî ye li wî bajarî da xelkên w, dest ji mal û milkên xwe berdin û koçberbibin û demografiya deverê biguherin.