Tirkiyê baregehên rijîma Suriyê û HSD li Girê Sipî topbaran kir
Di encama topbareneka Tirkiyê de bo ser baregehên rijîma Suriyê û Hêzên Sûriya Demoqrat (HSD) li Girê Sipî kuştî û birîndar ketin .
K24- Hewlêr
Di encama topbareneka Tirkiyê de bo ser baregehên rijîma Suriyê û Hêzên Sûriya Demoqrat (HSD) li Girê Sipî kuştî û birîndar ketin .
Riwangeha Sûriya Mafên Mirovî belav kiriye, duhî, Tirkiyê baregehên rijîma Suriyê li gundewarê Girê Sipî topbaran kir û di encam de du serbazên Suriyê birîndar bûn.
Herweha Tirkiyê, her li wê navçeyê gundê 'Evdikê topbaran kir, di encam de şervanekê Hêza Sûriya Demoqrat (HSD) jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû .
li gor rwangehê di pêncê Gulanê de Tirkiyê careke din rê ya M4 ji alîyê Girê Sipî ve kire armanc û topbaran kir, lê zyan tenê madî bûn .