Yekêtîya Ewrupayê: Hikumeta Kazimî aramîyê bo Îraqê dê vegerîne

Yekêtîya Ewrupayê radigehîne, destibikarbûna kabîneya Mistefa Kazimî aramîyê bo Îraqê dê vegerîne.

K24- Hewlêr

Yekêtîya Ewrupayê radigehîne, destibikarbûna kabîneya Mistefa Kazimî aramîyê bo Îraqê dê vegerîne.

Berpirsê Sîyaseta derve yê Yekêtîya Ewrupayê Cozêp Borêl eşkera kir, hkumeta nû ya îraqê bi serkirdayetîya Mistefa Kazimî, gaveka yek alîkere jibo vegerandina aramîyê û çarekirina wan kirîzên rûbirûyê Îraqê bûne.

Borêl got jî: Yekêtîya Ewrupayê pabende bi karkirinê li gel Mistefa Kazimî bo berqirakirina aştî û demokrasîyê li îraqê û daxwazîyên rewa yên gelê îraqê cîbicî bike.