Bakurê Kurdistanê: Bajarê Kilisê bo 3 rojan di karantîna de ye

Ji bo navenda bajarê Kilîsê bo heyama 3 rojan ketin û derketin hat qedexekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo navenda bajarê Kilîsê bo heyama 3 rojan ketin û derketin hat qedexekirin û li Riha û Mereşê jî du gund hatin karantînakirin.

Parêzgariya Kilîsê da xuyakirin, bi biryara Desteya Tendirustiya Bajêr, di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de, ketin û derketina navenda bajarê Kilîse hatiye qedexekirin û qedexe heta nîvê şeva 10'ê mehê dê berdewam bike.

Li aliyê din, ji ber pêketinên koronayê, li navçeyên Avşîna Mereşê û Sîwerega Rihayê du gund hatin karantînakirin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê heta niha nêzîkî 400 gund hatine karantînakirin û qedexeya hatûçûna navbera 24 bajaran jî berdewam dike.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment