Li Êlihê hejmara pêketiyên korona zêde dibe

Parêzgarê Êlihê diyar kir, roj bi roj hejmara kesên bi koronayê dikevin zêde dibin û ewê daxwaza ragihandina qedexeyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Êlihê diyar kir, roj bi roj hejmara kesên bi koronayê dikevin zêde dibin û ewê daxwaza ragihandina qedexeyê bikin.

Parêzgarê Êlihê Hûlûsî Şahîn diyar kir, ew neçar dibin biryarên nû û tund ji bo xweparêziya ji koronayê bidin. Şahîn got ku ewê daxwaz ji hikûmetê bikin di Cejna Remezanê de qedexeya derketina derve ragihînin.

Hûlûsî Şahîn bêyî hejmara kesên canê xwe ji dest dane û hejmara kesên bi korona ketine eşkere bike, diyar kir ku li Batmanê hejmara kesên bi korona dikevin zêde dibe.

Şahîn got teke kir, heger tedbîrên zêdetir bo xweparastina ji Koronayê neyên wergirtin, dê rewş ber bi xirabûnê ve biçe.

Heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 689 kesan bi korona canê xwe ji dest dane û zêdetirî 135 hezar kes jî bi koronayê ketine.

 

S. B