Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîka hevkariya darayî guftûgo dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Dan Brouillette pêwendiyeke telefonî encam da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Dan Brouillette pêwendiyeke telefonî encam da.

Di pêwendiya telefonî de ku duhî hat kirin, guftûgo derbarê girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hatin kirin, herwiha bandorên aboriyê yên nexweşiya Korona li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya bi Amerîka re derbirî, ku bi sedema vîrusa Koronayê hejmareke mezin ji welatiyan bûne qurbanî.

Herdu alî hevnerîn bûn li ser girîngîpêdana zêdetir bi webirhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê anerjiyê de.

Herwiha guftûgo di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û wê mîkanîzmê de hate kirin, ku Amerîka û civaka navdewletî bi wê dikarin hevkariya darayî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bikin.

 

S. B