Hêzên Hevpeymanan dê vegerin Îraqê
Emerîka piştî bi dawî hatina Koronayê daxwaz ji welatên endamên Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê dike vegerin Îraqê.
K24- Hewlêr
Emerîka piştî bi dawî hatina Koronayê daxwaz ji welatên endamên Hevpeymanî ya Nêvdewletî dijî Daişê dike vegerin Îraqê.
Ceneral Pat Wayt, fermandarê Emerîka di Hevpeyamanî ya Nêvdewletî Dijî Daişê de ragehand, ku piştî kêmbûna metirsîya derde Koronayê, daxwaz ji welatên endamên Hevpemanî ya Nêvdewletî Dijî Daişê dike, di dema 60 rojan de, bo rahînana hêzên Îraqî û encamdana kiryarên serbazî, hêzên xwe vegerînin Îraqê.
Piştî belavbûna Vayrosa Korona ya Nû KOVID-19, piranîya welan hêzên xwe ji Îraqê vekişandin û rahînan û kiryarên serbazî yên xwe rawestandin.
Ew fermandarê Emerîka derbarê bihêzbûna Daişê dibêje: Daiş neşîya ye bi awayeka berfireh careka dî xwe rêk bixe û arîşeyên nebûna pereyan û kêmîya hejmara çekdarn heye herweha xelkên wan deveran jî alîkarîya wan nakin.