Nêçîrvan Barzanî pîrozbahîyê li Rûsiya, Ewrûpa û Emerîka dike
Li salvegera serkevtina Yekêtîya Sovyeta berê û Hevpeyamanan bi ser Nazîyên Elmaniyayê re, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, peyamek arasteya Viladîmêr Potin, serokê Rusiya, gelên Ewrûpa û Emerîkayê kir.
K24- Hewlêr

Di peyama serokê Herêmê de hatîye, bi boneya derbazbûna 75 salan bi ser serkevtina Yekêtî ya Sovyet bi ser Nazîyan re, pîrozbahîyeke gerim li serok Potin dikim.
Nêçîrvan Barzanî nivîsîye, herçende em nekarîn bi şexisî rêz li wan jin û zelamên qehreman bigirîn ewên aştî bo Ewrûpayê vegerandin; ew jî bi sedema hebûna Vayrosa Koronayê ku niha belav bûye di van drojan de jî hizr û hişê me li ba wan e.
Herweha serokê Herêma Kurdistnaê peyamek arasteya Neteweyên Ewrûpa û Emerîka jî kir û pîrozbahîya vegerandina aştî û akincîyê li wan kir.
75 sal berî niha, li ser destê Yekêtîya Sovyet û hêzên Hevpeymanan ku Emerîka yek bû ji wan, Nazî hatin şikestin û hizira Faşîsta Nazîzim ji rêveberina pişkeka Ewrûpayê hat dabirrandin û cenga dûyema cîhanî bi dawî hat.