Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya bi dawîhatina cenga dûyema cîhanî belav kir

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi boneya derbazbûna 75 salan bi ser şikestina Nazîyên Elmanîya û dawîhatina canga dûyem a cîhanî peyamek belav kir.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi boneya derbazbûna 75 salan bi ser şikestina Nazîyên Elmanîya û dawîhatina canga dûyem a cîhanî peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de nivîsîye, di evê rojê de, rêzê li wan û jin û zelaman digirim, ewên rêrewa sedeya burî guhertin.

Di peyama serokê hikumetê de hatîye, qurbanî û hewlên neteweyên cuda bo encamdana xebateka hevpişik ku xwedîyê cudahîya xwe bin, ti caran nahête ji bîr kirin.