Li Îraqê 76 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên bûrî de belav kir.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên bûrî de belav kir.

Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîna pizîşkî bo 1,979 kesên din hatine kirin û di encam de 76 kesên din tûşî Koronayê bûne. Li Bexda (54) halet, li Besra (17), li Mîsan (1), li Wasit (1), liEnbar (2) û li Selahedîn jî (1) halet. Ti halet jî li Herêma Kurdistanê nehatine tomarkirin.

Wek di ragehandinê de hatîye, di van 24 demijmêrên burî de, 3 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji destdane û 41 kes jî çêvebûne, bi Herêma Kurdistanê ve jî.  

Heya niha hejmara giştî ya tûşbûyên Koronayê gehiştîye 2,679 haletan û ji evê hejmareyê 107 kes bi sedema Vayrosa Koronayê mirine û 1,702 kes jî bi temamî çê vebûne û 870 kes jî hêj li nexweşxaneyê mane û li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.