ENKS: Ti rola Lahor Şêx Cengî di diyaloga navbera ENKS û PYDê de nîne
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, ti rola Lahor Şêx Cengî û partiya wî di diyaloga di navbera ENKS û PYDê de nîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, ti rola Lahor Şêx Cengî û partiya wî di diyaloga di navbera ENKS û PYDê de nîne.
Desteya Serokatiya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, hin rûpelên tora civakî “Facebook” nûçeyeke belav kir, ku bi keda nûnerê Amerîka, ENKS û PYDê gihîştine rêkeftinekê û amaje bi rola Birêz Lahor Şêx Cengî di wan kedan de kir.
ENKS diyar dike, diyalog di navbera ENKS û PYDê de tenê bi navbênkariya Amerîka dibe û heta niha ew herdu negihîştine ti rêkeftineke dawî .
Herwiha ENKS dide zanîn jî, ti rola Lahor Şêx Cengî di amadekirin yan di diyalogê de nîne. Herwiha ENKS red dike jî ku ti rol yan navbênkarî çi aliyê wî û çi aliyê partiya wî berê û niha di vê arasteyê de hatibe kirin.
Desteya Serokatiya ENKSê tekez dike, Serokatiya Herêma Kurdistanê aliyê hevkariyê di van diyalogê dike de ye, ji ber ku wê serperiştiya rêkeftinên berê yên Hewlêr û Duhokê kiribû.
S. B