Feysel Yûsif: Partiya Beis nêzîkî pirsa Kurdî û demokrasiyê nebûye

K24 – Navenda Nûçeyan Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, Partiya Beis heta îro nêzîkî pirsa demokrasiyê û pirsa Kurdî nebûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, Partiya Beis heta îro nêzîkî pirsa demokrasiyê û pirsa Kurdî nebûye.

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurdî û Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif li ser aloziyên siyasî û abûrî di desthilata Sûriyê de ragihand, ew wek ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de ne, ji bo bicihkirina demokrasiyê di hundirê Sûriyê de. Ji destpêkê ve hilbijartinên li Sûriyê dibin, li gor daxwaza Partiya Beis tên kirin.

Feysel Yûsif tekez kir jî, Partiya Beis heta îro nêzîkî pirsa demokrasiyê û pirsa Kurdî nebûye. Belkû bi dehan projeyên tunekirina Kurd pêk anîn û tê de berdewam in û dibêjin ku ti dozeke Kurdî li Sûriyê nîn e.

Di derbarê çareseriya krîza Sûriyê de, diyar kir jî, divê danûstandinên Cenêvê yên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de berdewam bibin û biryara navdewletî (2254) bicih bibe, ta daxwaz û armancên gelê Sûriyê bicih bibin û destûreke bê nivîsandin, tê de mafê her neteweyekê bê parastin.

Li ser egera hebûna nakokiyê di nava rêjîma Sûriyê de, diyar kir, dibe ku hin nakokî li ser pirsên aborî di nava kesên di desthilatê de yan kesên nêzîkî Serokê Sûriyê de hebin, lê heta niha ti nakokî di nava desthilata li Şamê de xuya nake û heta niha rêjîm bi heman siyaset û biryaran tevdigere.

   

 

S. B