Fazil Mîranî tekeziyê li civîna PDK û YNKê dike
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî piştî serdana Wezareta Tenduristiyê di konferanseke rojnamevanî de ragehand: Hikûmetê bi hemû saziyên xwe ve, karekî baş kir. Pabendbûna welatiyan jî bi rênmayiyên tenduristiyê cîhê destxweşiyê û spasiyê ye.
Derbarê civîna PDKê û YNKê de Fazil Mîranî bêyî ku dema civînê diyar bike, tekez kir, herdu partî dicivin.
Derbarê wan êrîşên hin alî li ser pêkhateyên Herêma Kurdistanê de, ragihand, pêkhateyên netewî hevbeşê vî welatî ne, ne ku ji ti cihekî din hatine., ew hevbeşê dîroka vî welatî ne û xwe wek Kurdistanî dizanin, nûnertiya wan jî li Parlemanê heye û nabe ti kes minetan li ser wan bike.
Tekez kir jî, dema pêkhateyan nûnerên xwe kandîd dikin û dengên bilind kom dikin û dibin nûner, ti pêwendiya PDK û YNKê pê ve nîne, ji ber wê pêwîst nake tiştên xwe di serê pêkhateyan de vala bikin.
S. B