5 tûşbûyên Koronayê çevebûn û tenê 15 kes li Herêma Kurdistanê mane

Sê tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê hatin çareserkirin û ti nexweşên Koronayê li wî bajêrî neman.

K24- Hewlêr

Sê tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê hatin çareserkirin û ti nexweşên Koronayê li wî bajêrî neman.

Tenuristîya Duhokê ragehand, ku sê tûşbûyî li Duhokê mabûn û ew sê jî hatin çareserkirin û vegerîyan malên xwe û ti nexweş li Duhokê nemane.

Ji destpêka serheldana Koronayê li Herêma Kurdistanê  heya niha hejmara kesên tûşbûyî li parêzgeha Duhokê 19 kes bûn û niha ti halet têde

Li parêzgeha Silêmanîyê ti haletên tûşbûnê bi Koronayê nemane.

Tendurîstîya Hewlêrê jî ragehand 2 tûşbû çevebûn û vegerîyan malên xwe. Bi vê yekê jî li Herêma Kurdistanê tenê  15 nexweşên Vayrosa Koronayê mane li parêzgeha Hewlêr.