Dem û rênimayî yên destpêkirina dewamê li dezgehên hikumetê hate ragehandin

Hikumeta Herêma Kurdistanê dema dewama asayî ya fermanberan û rênimayî yên xweparêzîya tevaya dezgehên hikumetê belav kir.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê dema dewama asayî ya fermanberan û rênimayî yên xweparêzîya tevaya dezgehên hikumetê belav kir.

Li gor çend nivîsên Wezareta Navxwe, dewama asayî li demjimêr 9:00ê sipêdeyê heya 1:00ê piştî nîvro dest pê dike li rojên Yekşembîyê heya Çarşembîyê, lê dewam li roja Pênc Şembîyê li demjimêr 9:00 sipêdeyê heya 12:00 nîvro dibe.

Hikumet rênimayîya fermanberan dike dûrîya di navebra wan de 2 metir be û xwe ji hemû core qelebalixî û kombûnan dûr bikin.

Divê dezgeh bi madeyên pakijkerên guncayî bihên pakijkirin û moleta bi zorê bidin ew kesên dihên Kerentînekirin.