Hikumeta Îraqê çend biryarên nû da

Di ragehandinekê de hikumeta Îraqê sê biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê derkir û li gor wê ragehandinê roja cejnê qedexeya hatinûçûna giştgîr dê bihête sepandin.

K24- Hewlêr

 Di ragehandinekê de hikumeta Îraqê sê biryarên nû derbarê qedexeya hatinûçûnê derkir û li gor wê ragehandinê roja cejnê qedexeya hatinûçûna giştgîr dê bihête sepandin.

Di wê ragehandinekê de, ku di hejmarte ya taybeta nivîsîngeha serokatîya Civata Wezîrên Îraqê de li tora civakîya Tiwîterê belav kirîye, hikumeta Îraqê ragehandêye, Komîteya Balaya Tenduristîyê û selametîya Nîştîmanî ev biryarên xwarê dan:-

  • Hatinûçûn ji demjimêr 9:00ê Êvarî heya 5:00 berê sipêdeyê qedexeye.
  • Sepandian qedexeya hatinûçûna gitşgîr li  rojên cejna Remezanê.
  • Wezareta veguhaztinê çend mercên selametîyê bi alavên veguhaztina navxweyî bo veguhaztina hevwelatîyan danaye û bi hevkarîya wezareta naxwe, kesên serpêçîyê bikin dê bihên sizasan.