Çekdaran 3 welatî ji gundekî Efrînê revandin
Grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revandin û li 2 kesên din jî digere.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revandin û li 2 kesên din jî digere.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, duhî 10 Gulanê grûpa El Hemzat 3 welatî ji gundê Şorbe yê navçeya Mabeta revandin, ew jî muxtarê gund Reşîd Muslim Omer, Hesen Ehmed Bêrem û Idrîs Seydo Cafer in.
Wî jêderî diyar kir jî, ew grûpa çekdar daxwaza girtina 2 kesên din bi navê Eslan Emîn Omer û Ismet Mamo Husên kir, lê ji ber ku ew ne li gund bûn, nehatin revandin, lê ew çekdar li hîna li wan digirin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kiriye û heta niha bi hezaran welatî hatine revandine.
S. B