Parêzgariya Hewlêrê: Hîna metirsiya Koronayê maye

Parêzgariya Hewlêrê radigihîne, piştî biryara vekirina piraniya cih û bazaran, lê divê welatî xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin, ji ber ku hîna metirsiya wê vîrusê maye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Hewlêrê radigihîne, piştî biryara vekirina piraniya cih û bazaran, lê divê welatî xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin, ji ber ku hîna metirsiya wê vîrusê maye.

Nivîsgeha Parêzgarê di daxuyaniyekê de biryarên Odeya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê ragihandin û diyar kir:

Yekem: Hemû cihê hatine vekirin û kar dikin, divê rênimayên tenduristiyê yên xweparastina ji Koronayê bi temam bigirin û her cihek pabend nebe, riyên yasayî li hemberê tên girtin.

Duyem: Hîna metrisiya vîrusa Koronayê bidawî nebûye û divê welatiyên parêzgeha Hewlêrê gelekî bi hestiyarane serederiyê bikin û xwe ji cihên qerebalix dûr bigirin û lepik û maskan bikar bînin.

Sêyem: Yaneyên meyvexwariyê, nêrgulekêşanê, cihên mesac, holên ahengan, holên sersaxiyê, danîna konên sersaxiyê, serdana nexweşan li nexweşxaneyan qedexe ye û ew cih girtî dimînin.

Ev di demekê de ye, li Herêma Kurdistanê demek e haletên pêketina bi vîrusa Korona neyin tomarkirin û tenê 15 nexweşên Koronayê li parêzgeha Hewlêr mane. Herwiha gelek asankarî di rênima û rêkarên rûbirûbûna Koronayê de hatine kirin.

 

S. B