Mesrûr Barzanî ligel şanda hikûmetê bo Bexdayê dicive

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hefteya bûrî serdana Bexdayê kiribû re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hefteya bûrî serdana Bexdayê kiribû re dicive.

Hefteya bûrî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û bi berpirsên Bexdayê re civiyabû û guftûgo kiribûn. Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro piştî nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandê re bicive û encamên serdan û guftûgoyên wê şandê werin guftûgokirin.

Ew şande bi Serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî bû, çend caran serdana Bexdayê kiribû û bi armanca gihîştina rêkeftinê derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bi berpirsên Iraqê re civiyabû.

 

S. B