Mûşekekê 19 serbazên Îranî di ava kendavê de kuştin
Li manûreka serbazî ya Îranê di ava Kendavê de mûşeke bi şaşî hate arastekirin û bi sedema wê jî, li gor axivtinên berpirsên Îran, 19 gemîvanên serbazî yên Îranî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
K24- Hewlêr
Li manûreka serbazî ya Îranê di ava Kendavê de mûşeke bi şaşî hate arastekirin û bi sedema wê jî, li gor axivtinên berpirsên Îran, 19 gemîvanên serbazî yên Îranî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Ajansa Tesnîm a nêzîk ji hikumeta Îranê belav kirîye, gemîyeka serbazî bi navê Konarak bi sedema bûyerekê zîyan berketîye û bi sedema wê jî 19 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.
Herçende ajansa Tesnîm, zîyanên madî aşkera nekirîye, lê amaje bi wê yekê kirîye, ku ew gemî ji armanca wê mûşekê nêzîk bû; lew zîyan pêketîye.
Pişta zêdebûna girjîyên di navbera Emerîka û Îranê de, Komara Îsalamîya Îranê demdeme manoreka serbazî encam dide û dirûşman dijî Emerîka dibêje.
BREAKING: There has reportedly been a friendly fire incident between 2 Iranian warships. Dozens of casualties have been reported. https://t.co/LjR2sSzzlf
— Conflict News (@Conflicts) May 10, 2020