Mûşekekê 19 serbazên Îranî di ava kendavê de kuştin

Li manûreka serbazî ya Îranê di ava Kendavê de mûşeke bi şaşî hate arastekirin û bi sedema wê jî, li gor axivtinên berpirsên Îran, 19 gemîvanên serbazî yên Îranî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Li manûreka serbazî ya Îranê di ava Kendavê de mûşeke bi şaşî hate arastekirin û bi sedema wê jî, li gor axivtinên berpirsên Îran, 19 gemîvanên serbazî yên Îranî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Ajansa Tesnîm a nêzîk ji hikumeta Îranê belav kirîye, gemîyeka serbazî bi navê Konarak bi sedema bûyerekê zîyan berketîye û bi sedema wê jî 19 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.

Herçende ajansa Tesnîm, zîyanên madî aşkera nekirîye, lê amaje bi wê yekê kirîye, ku ew gemî ji armanca wê mûşekê nêzîk bû; lew zîyan pêketîye.

Pişta zêdebûna girjîyên di navbera Emerîka û Îranê de,  Komara Îsalamîya Îranê demdeme manoreka serbazî encam dide û dirûşman dijî Emerîka dibêje.