Mistefa Kazimî peyamek derbarê xwenîşanderan belav kir

Mistefa Kazimî, serokê Civata Wezîrên Îraqê peyamek belav kir derbarê destpêkirina xwenîşandanan li çend deverên Îraqê.

K24- Hewlêr

Mistefa Kazimî, serokê Civata Wezîrên Îraqê peyamek belav kir derbarê destpêkirina xwenîşandanan li çend deverên Îraqê.

Nivîsîngeha rojnamevanî ya Mistefa Kazimî di Tiwîtekê de, amaje bi axivtinên Kazimî dike derbarê xwenîşandan û dibêje: Em pabendin bi sozên xwe li rêzgirtinê li mafên mirov, xwenîşandanên aştîyane û paraztina xwenîşandanan.

Kazimî ragehandîye, lêkolîn li gel wan kesan dihête kirin, ewên hêriş dikin ser xwenîşanderan.

Tekez jî dike, hikumet çaksazîyê encam dide û helbijartineka azad û wek hev rêk dixe.