Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hate dirêjkirin

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.

K24-Hewlêr

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de, qedexeya derketina derve  heta dawiya bêhinvedan a Cejna Remezanê dirêj kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye, qedexe ji demjimêr 7ê êvarê  û heta 6ê sibehê ye  û di demên din de jiyan asayî ye. Welatî dikarin, ligor rênimayên tendirustiyê karên xwe bikin. Di berdewamiya qedexeyê de, fermangehên Rêveberiyê, dibistan, zanîngeh  û dergehên sînorî  girtî dimîn in.

Rêveberiya Xweser ragehandiye , ji ber dû  haletên tûşbûna Vayrosa Koronayê  li Hesekeyê derketin,  ev biryar wî bajarî li xwe nagre û rêveberiya Cizîrê  rêkarên pêwîst û li gor rewşa Hesekeyê  digire ber .