Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê hate dirêjkirin
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.
K24-Hewlêr
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê heya piştî bêhinvedana Cejna Remezanê hate dirêjkirin.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de, qedexeya derketina derve heta dawiya bêhinvedan a Cejna Remezanê dirêj kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye, qedexe ji demjimêr 7ê êvarê û heta 6ê sibehê ye û di demên din de jiyan asayî ye. Welatî dikarin, ligor rênimayên tendirustiyê karên xwe bikin. Di berdewamiya qedexeyê de, fermangehên Rêveberiyê, dibistan, zanîngeh û dergehên sînorî girtî dimîn in.
Rêveberiya Xweser ragehandiye , ji ber dû haletên tûşbûna Vayrosa Koronayê li Hesekeyê derketin, ev biryar wî bajarî li xwe nagre û rêveberiya Cizîrê rêkarên pêwîst û li gor rewşa Hesekeyê digire ber .